LI SER DAXWAZA RÛSPIYÊN MIBICÊ 10 GIRTÎ HATIN BERDAN

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê li ser daxwaza rûspiyên herêmê 10 kes di nav de kesên ku demekê bi DAIŞ’ê re xebitîne, lê destê wan di rijandina xwîna sivîlan de tine bû, serbest berdan.

http://www.hawarnews.com/kr/haber/li-minbic-10-girt-hatin-berdan-h14779.html

Serbestberdana girtiyan li ser bingehê efû û bi boneya Cejna Newrozê û Cejna Dayikê pêk hat.

Ji bo serbestberdana girtiyan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê bi girtiyan re civiya.

Kesên axivîn ji girtiyan xwestin ku ji pêkanîna tundiyê dûr bikevin û ji bo xizmeta civakê bixebitin.

Girtiyan jî spasiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic kirin û gotin ew şaş bûn, lê êdî şaştiyan dûbare nakin.

Leave a Reply

Back to top button