Li Mûsilê komeke DAIŞ’î kete destê artêşa Iraqî

Li parêzgeha Mûsilê, jimareke çeteyên DAIŞ’ê ket destê hêzên artêşa Iraqî.

Şaneya Ragihndina Ewlehiya Iraqî da zanîn ku hêzên wan li dijî komeke çeteyên DAIŞ’ê ku ji Sûriyê derbasî parêzgeha Mûsilê dibûn, operayoneke pêk anî.

Ev operasyon ji aliyê firqeya 16’an a hêzên Istixbarata Mûsilê pêk hat û tê de, koma çeteyan bi giştî hat girtin.

Li Parêzgeha Babil a Iraqê jî, bombeyek bi karwaneke hêzên koalîsyonê ve, ku ji berê de hatibû bicihkirin, teqiya.

Jixwe di nava 24 saetên borî de, ev êrîşa sêyemîn e ku li dijî hêzên koalîsyonê rû dide.

Back to top button