SOHR: Tirkiye 380 çeteyên din şandin Lîbyayê

Di nava çend rojên borî de, dewleta Tirk 380 çeteyên din şandin Lîbyayê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ev yek piştrast kir û bi raporekê destnîşan kir ku pêvajoya vegerandina çeteyan ji Lîbyayê ji 21’ê Adara derbasbûyî ve, rawestiyaye.

Li gorî agahiyan, rewşa çeteyan li Lîbyayê pir xirab e, digel ku ev demek e, mûçeyên xwe jî nagirin.

Hat ragihandin jî ku dewleta Tirk biniyet e, jimareke çeteyên xwe li Lîbyayê bihêle, da hêzên xwe yên li wir biparêze.

21’ê Adarê, Çavdêriya Sûrî ragihandibû, ku bêhtirî 6630 çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê ne.

Back to top button