Îro gera duyemîn a civînan li Viyanayê derbarê peymana nûklerî ya Îranê de tê lidarxistin

Îro Înê li Paytexta Austuria Viyanayê, gera duyemîn a danûstandinan, derbarê peymana nûklerî ya Îranê de tê lidarxistin.

Civîn wê bi beşdariya Fransa, Almanya, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Îranê be.

Amerîka dibêje, danûstandin bi Îranê re wê zehmet bin û hêviyên zêde ji danûstandinên li Viyanayê nake.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price teqez kir ku ceza wê li ser Îranê, di çarçoveya binpêkirinên mafên mirovan, bernameya mûşekên balîstîk û destekdayîna terorê de, bimînin.

Gera yakemîn a danûstandinan Sêşema borî bi dawî bû.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqcî, gera yekemîn a civnan erênî nirxand û diyar kir ku piştî civîna Înê, wê şande vegerin welatên xwe û hefteya bê wê dîsa bicivin.

Back to top button