Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 134’mîn de bi biryardarî didome

Ji bo azadiya Rêber Apo, çalakiya greva birçîbûnê li Zindanên Tirkiyê zêdeyî 4 mehan dewam dike.
Li derve jî çalakiyên grevê li Mexmûrê û kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî bi biryardarî didomin.
Li aliyê din ji bo piştgiriya girtiyên azadiyê û rakirina Tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên pêk tên.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi biryardarî didome..

Çalakiya bêdem û dorveger bi koma 27’emîn di roja 134’yemîn de didome.

Çalakiya grevê li Mexmûrê di roja 113’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 113’an didome.

Îro çalekî bi koma 57’an hate dewirgirtin.

Çalakiya li kampa Lavrîo di roja 98’an de ye

Çalakiya penaperên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 98 an de ye.

Ji bo hevdîtinê careke din parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, malbat û wasîyê wî serlêdanên nû kirin.

Bayindir û Ozturk: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e

Heyeta ji rayedarên KCD û DBP’ê bi dirûşma ‘Em xwe li dijî faşîzmê bi rêxistin dikin’ hevdîtin û civînan didomînin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk di civînên li Hatayê de axivîn û diyar kirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan e û xwestin ku tavilê dawî li tecrîdê bê anîn.

Remzî Qertal: Dewleta Tirk Rêber Apo ji bo xwe xeter dibîne

Hevserokê kongira Gel Remzî Qertal jî tevlî bernameya Bûyer a tilvizyona me bû, derbarê bêdengiya li ser îmralî tê meşandin û siyasta dewleta Tirk nirxandin kir..

Kurdistaniyên li Krefeldê name ji bo NY’î re şandin

Kurdistaniyên li bajarê Krefeld a Elmanya dimînin, ji bo azadiya Rêber Apo û bidawîkirina tecrîdê name ji NY’yê re şandin.

Kurdistaniyan bang li NY’î kir ku têkildarî tecrîd û azadiya Rêber apo erka xwe bicih bînin.

Back to top button