13 endamên malbatên çeteyên DAIŞ’ê ku xwestin ji kampa Holê birevin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 13 endamên malbatên çeteyên DAIŞ’ê ku hewldan ji kampa Holê birevine bajarê Girê Spî ya dagirkirî girt.

Li gorî nûçeya ANHA’yê du ajokarên sehrîcên avê ku av digihandin kampê hewl dan komek çeteyan derxînin derve.

Hêzên ewlekariyê di dema kontrolkirina wesayitan de, 13 endamên malbatên çeteyean ku ji wan 8 iraqî û 5 sûrî û 4 jê jin in di hundirê du sehrîcên avê yên dihatin kampê de, dîtin û girtin.

Kesên ku hatine girtin, hin ji wan navên wan di lêpirsînên ku bi çeteyên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hatine girtin re, hatibûn dayîn.

Back to top button