Serokwezîrê Îtalya Draghi: Erdogan dîktator e

Serdana lîderên Ewropa ya ji bo Enqerê di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de alozî daye avakirin.
Ji ber şêwazê rûniştinê welatên Ewropa bertekên tund li dijî Tirkiyê nîşan didin.
Berteka herî tund ya li dijî Enqerê ji hevlbendên wê yên herî nêz Îtalya hat.
Serokwezîrê Îtalya Draghî got, Erdogan dîktatore û ev yek jî bû sedema şerê dîplomasî a navbera Roma û Enqerê de.

“Erdogan dîktatore.”

Bi vê gotinê Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi, serokomarê Tirk Erdogan pênase kir.

Li nava welatên Yekîtiya Ewropa (YE) ku yek ji welatê herî zêde bi Tirkiyê re di nava têkliyan de, Îtalya ye.

Bi gotina Draghi ya ji bo Erdogan re, navbera Roma û Enqerê alozî derket.

Enqerê yekser li dijî vê yekê bertek nîşan da û Sefîrê Îtalya yê li Enqerê Massimo Gaiani vexwend Wezareta Karên Derve.

Enqerê bang li sefîrê Îtalya kir

Li gorî agahiyên ku ji rêveberan hatine girtin, vexwendina serfîrê Îtalî ji bo wezareta karê Derve, ji ber axaftina serokwezîrê Îtalya ya ji bo Erdogan bû.

Tirkiye: Em gotinê şermezar dikin û li wan vedigerîin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê diyar kir ku ew gotina serokwezîrê Îtalya Draghi napejirînin, bi tundî şermezar dikin û lê vedigerînin.

6’ê Nîsanê Serokê Konseya Ewropa Charles Michel û seroka Komisyona Ewopa Ursula von der Leyen li Enqerê bi Erdogan re civiyabûn.

Li cihê ku divê Seroka Komisyona Ewropa Leyen lê runiştiban, Michel rûniştibû.

Vê yekê li nava Ewropa bi xwere alozî dabû avakirin.

Serokê Konseya Ewropa Michel jî piştî bertekên tund neçarmabû daxuyaniyek bide.

Michel got, girîngiya civînê di bin siya rûniştina şaş de ma.

Aliyan ji ber ku cihê di şêwazê rûniştinê de nehatiye diyarkirin Enqere tewambar kiribûn.

Çawuşoglu jî got, her tişt li gorî hatî plankirin pêk hatiye.

Back to top button