Çapemeniya Îtalya kiryarên dîktatoriya Erdogan nivîsand

Li Ewropa û bi taybetî li Îtalya gotinên serokwezîrê Îtalya Mario Draghi yên ji bo Erdogan bû rojev.
Di çepemeniya welat de, kiryarên dîktator Erdogan hatin bibîrxistin û bal hat kişandina li ser asta aloziya navbera Roma û Enqerê de.
Partî, rêxistin û saziyên Îtalya piştevaniya xwe ya ji bo Draghi ragihandin.
Rojnameya Îngilistanê Financial Times jî nêzîkatiya li hember Seroka Komisyona Ewropa Leyen, weke nêzîkatiya cinsiyetparêziya Tirkiyê ragihand.

Gotina Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi ya “Erdogan dîktator e” di qada çapemeniyê de jî dengek zêde veda.

Çapemeniya welat gotina Draghi ya ji bo Tirkiyê şîrovekirin û balkşandin li ser kiryarên Serokomarê Tirkiyê Erdogan yên li dijî gelê kurd.

Rojnameya Corriere della Sera diyar kir ku şerekî dîplomasî ya navbera Tirkiye û Îtalya ev demek dirêj bû di vê astê de pêk nehatibû.

Tevî ku zextên zêde yên binpêkirina mafê mirovan, girtina rewşenbîr, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan jî aloziyek di vê astê de li nava herdu welatan derneketibû.

Gotina Draghi ya ji bo Erdogan di rûpela yekem ya rojnameya La Repubblica de cihê xwe girt.

Rojnameyê îşaret bi têkliyên bazirganiya di navbera Roma û Enqerê de kir û got:

Di demên herî zehmet yên têkliya di navbera YE û Tirkiyê de, Îtalya rola kevoka aştiyê leyîstiye. Tevî civîna lîderan ya Kanûna 2020’an û zextên Fransa û Yewnanîstanê, Îtalya careke din polîtîkayek nerm meşand.

Bi sernavê “Ji bo sultan du şimaq” rojnameya La Stampa gazetesi jî aloziya navbera welatan de şîrove kir.

Rojnameyê balkişand li ser kiriyarên dîktatoriya Erdogan ya li dijî gelê kurd û ev şîrove kir:

Erdogan dîktatorek e: Piştî bilêvkirina vê hevoka hêsan û zelal, weke ku dengê çepikên azad ên bi milyonan kesî: yên Ewropiyan, Tirkan û Kurdan zext li wean tê kirin, tê guhê mirovan.

Siyasetmedar û partiyên Îtalî piştevaniya serokwezîr Draghi kirin

Heman gotin, di nava cihana siyasî de jî bû rojev.

Lîderê Lîg yê rastgir Matteo Salvini bi awayekî eşkere piştevaniya Drgahi kir û got,

Ji bo dîktatorê Tirkiye Erdogan nabe cudakarî û çavgirtin pêk were.

Heman piştevanî ji lîderê partiya Çep Nicola Fratoianni jî hate dayîn.

FT: Nêzîkatiya li Leyen cinsiyetparêziya Tirkiyê nîşan dide

Rojnameya Îngilistanê Financial Times (FT) jî mijar bi awayekî berfireh şîrove kir.

Rojnameyê daxuyakirin ku nêzîkatiya li seroka Komisyona Ewropa Leyen hatî kirin, cudakariya cinsiyetparêziya Tirkiyê nîşan dide.

Back to top button