Almanya di nava 3 mehan de bi bihayê 9 milyon euro çek firotiye Tirkiyê

Dewleta Tirk li dijî welatên cîran komkujiyan dike, Almanya di aliyê bazirganiyê de dewlemend dibe.
Derket holê ku Almanya di nava 3 mehên despêka salê de bi bihayê 8 milyon û 975 hezar eûro bazirganiya çekan a ji bo Tirkiyê erê kiriye.
Rêveberiya Berlînê, ji bo balafirên bi çek yên bê mirov ên Tirk ku bi mûşekên Alman hatine biçekirin jî got, ‘sirên dewletê’ ne.

Partiya Çep û Partiya Keskan a li Meclîsa Federal a Almanya bi du pêşnûmepirsên cuda daxwaz kir ku têkildarî bazirganiya çekan a bi desthilata AKP-MHP’ê re agahiyên heyî bên parvekirin.

Ji partiya Keskan Parlementer Omîd Noûrîpoûr pirsa gelo di nava 3 mehên sala 2021’ê de Tirkiye jî di nav de çiqas çek ji bo Misir, Behreyn, Yemen, Kuwêt, Erebistana Siûdî û Qeder hatiye firotin? kir.

Şêwirmendê Wezareta Aborî û Enerjiyê ya Federal Dr. Ûlrîch Nußbaum bersiv da pirsa Noûrîpoûr û ragihand ji 1’ê Çileya 2021’ê heta 23’yê Adarê bi bihayê 8 milyon 975 hezar û 504 eûro firotina çekan a ji bo Tirkiye hatiye erêkirin.

Li gorî agahiyên ajansa ANF’ê di nava 3 mehên dawî de piştî Îmarat û Qeterê, Tirkiye di rêza sêyan a yek ji welatên herî zêde bazirganiya çekan kiriye.

Hikûmeta Almanya di heman bersivê de fîrmayên ku bazirganiya çekan bi Tirkiye û Misrê re dike eşkere nekir.

Parlemetera Partiya Çep Andrej Hûnko pirsa ‘Balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiye ku bi mûşekên MRA û LRAT hatine motekirin, li Qerebax û Lîbya hatine bikaranîn an ne?’ weke ‘sira dewletê’ hate pênasekirin û bê bersiv hate hiştin.

Li gorî rapora 22’ê Çileya 2021’an a şandeya Desteya Zanistî ya şêwirmendiya Meclîsa Federal diyarkiribû ku ÎHA û SÎHA yên Tirkiye li Qerebaxê li dijî hêzên Ermenistanê hatibûn bikaranîn.

Rejîma Erdogan a bi desteka welatên biyanî SÎHA’yan dihilberîne, di vê mijarê de hevkarê herî mezin ê Almanya ye.

Hikûmeta Serokwezîr Angela Merkel bi xwe ragihandibû ku mûşekên navbûrî Almanya firotiye Tirkiye.

Ev mûşek jî bi SÎHA’yan ve hatiye montekirin û bikaranîn.

Back to top button