Hevjînê Qiralîçe Elîzabeth a 2. mîr Philip wefat kir

Hevjînê Qiraqalîçe Elîzabeth a 2. Mîr Philip di temenê xwe yê 99 salî de wefat kir.

Koşka Buckingham bi daxuyaniyekê mirina Mîr Philip ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Qiralîçe Elîzabeth a 2. mirina hevjînê xwe Mîr Philip bi xemgînî radigihîne.

Mîr Philip îro di saetên siharê de, li Kelha Windsor koça dawî kir.

Mîr Philip 16’ê Sibatê tenduristiya xwe nabaş bûbû û ji bo Nexweşxaneya Edward hatibû veguhestin.

Piştî dermankirina hefteyekê bizîşkên wî daxwaz kiribûn ku li nexweşxanê bimêne.

Hefteya derbasbûyî ji ber nexweşiya dil rewşa Mîr Philip giran bûbû.

Mîr di nava vê demê de 28 rojan li nexweşxanê ma û ev weke dema herî dirêj ya derbaskirina wî di nexweşxanê de bû.

Mîr Philip yê 99 salî wê di Hezîranê de rojbûna xwe ya 100 salî pîroz kiriban.

Back to top button