Pervîn Buldan: Betalkirina peymanê tê wateya domandina darbeyê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, got: “Betalkirina Peymana Stenbolê tê wateya domandina darbeya li hemberî destkeftiyên jinan. 

Pervîn, anî ziman ku beriya niha jî li hemberî destkeftiyên jinan darbeyek pêk hatibû.

Bûldan destnîşan kir ku HDP partiya jinan, nav-nîşana destkeftiyên jinan e.

Jinên li Muglayê li dijî vekişîna Tirkiyê ji peymanê derdikevin

Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Bodrûmê ya

Muglaya Tirkiyê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê daxuyaniyek da û banga xurtkirina piştevaniya jinan kir.

Berdevka meclisê Evrîm Înan daxuyanî xwendin û da zanîn ku di 3 mehên destpêkê yê 2021’an de,

91 jin hatin kuştin.

29 jin rastî destavêtinê hatin.

30 jin jî rastî destdirêjiyê hatin.

Li 198 jinan fihûş hat sepandin.

Herî kêm 185 jin bi tundiyê re rûbirû man.

Mirina 61 jinan bi guman e.

Evrîm Înan anî ziman ku Peymana Stenbolê ji bo jinan girîng e û ragihand ku vekişîna ji Peymana Stenbolê tê wateya bêdengiya li hemberî tundiyê.

Jinan li Meletê jî çalakiyeke tiyatral li dar xistin

Platforma Jinê ya Meletê jî li dijî vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê çalakiya tiyat-ral li dar xist.

Back to top button