Ji bo zimanê Kurdî bibe yê perwerdê, pêngava komkirina îmzeyan hat destpêkirin

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu derbarê pêngava ji bo ‘zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û fermî, axivî.
Ayşe diyar kir ku pergal kurdan û zimanê wan tune-dihesibîne û got: “Divê her kes piştgiriyê bide pêngavê û xwedî lê derkeve.

Ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî ve Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê hat avakirin.

Komîsyonê 22’yê Sibatê pêngava komkirina îmzeyan a ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û zimanê fermî da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de heta niha bi hezaran îmze hatin komkirin û pêngav wê heta 15’ê Gulanê bidome.

Îmze jî wê ji saziyên fermî re bên şandin.

Ayşe Surucu: Em dixwazin zimanê Kurdî bînin asta siyasetê

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu der barê pêngavê de axivî.

Ayşe Surucu anî ziman ku ew hewl didin zimanê kurdî li her qadê bê axaftin û bi vê biryarê re jî pirtûkên kurdî didin xwendin û ji bo vê perwerde tên dayîn.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê destnîşan jî kir ku ew piştgiriyê didin vê pêngavê û got:

Ziman nasname ye, lê zimanê kurdî hîna tune tê hesibandin. Lewra em ê heta dawî li dijî asîmîlasyonê têbikoşin.

Back to top button