Şervanên QSD’ê êrîşa li ser gûndê Cideyîda şikandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bê navber êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.
Dagirkeran hewl dan gundê Cidîda yê Eyn Îsayê dagir bikin, lê rastî bersiveke tund a şervanên QSD’ê hatin. QSD’ê jî bi daxuyaniyekê îdiaya Wezareta Parastinê a Tirkiyê ya têkildarî şehadeta 3 şervanên xwe derewand.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.

Dagirkeriya Tirk, şevê din êrîşî gundê Cidîda yê Eyn Îsayê kir û hewil da gund dagir bikin.

Şervanên QSD’ê bi çekên giran bersiv da dagirkeran û êrîşa çeteyan şikand.

Piştî ku çeteyên dagirker derbên giran xwarin, bi awayekî bê serûber gûndên Seyda, Mielek, Cidîda, Sewamihê Makêf û rêya M4 topbaran kirin.

Şer û pevçûn heta saetên berbangê jî dewam kir.

”Êrîşên çeteyan bê bersiv namînin”

Yek ji fermandarên meclîsa leşkerî a Girê Spî Baz Cindirês diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Eyn Îsa ji çend mehan ve ranewestiyane.

Baz Cindirês anî ziman ku herî zêde gundên Mişêrfê, Seyda û Mielek tên topbaran kirin armanc jê jî kontrolkirina rêya M4 e.

Baz Cindirês diyar kir ku gelek hewladên çeteyan hene ku gundan dagir bikin, lê ev hewldan bê bersiv namînin..

QSD’ê îdiaya şehîdbûna 3 şervanên xwe derewand

Li aliyekî din, îro Wezareta Parastinê a Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nûçeyek belavkir û diyar kir ku 3 şervanên QSD’ê şehîd bûne..

Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê mijarê daxuyaniyek da û îdiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a têkildarî şehîdbûna 3 şervanên xwe derewand.

Back to top button