Li Kampa Holê di 10 rojan de 158 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Ji bo tunekirina bandora DAIŞê û şaneyên wê, li Kampa Holê di 10 rojên dawîn de operasyonên ewlehiyê hatin lidarxistin.
Di encama van operasyonan de, 158 çeteyên şaneyên DAIŞê hatin girtin.

Piştî zêdebûna kuştinê li hindirê Kampa li Rojhilatê Hesekê, 27 mehê operayona “Mirovî û Ewlehiyê” 5 rojan pêk hat û di encamê de 20 serçete jî di navê de 125 DAIŞ’î hatin girtin, her wiha gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin .

Piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn a operesyonê, di 5 rojên dawî de Yekîneyên Antî-Terorê jî, li kampê dest bi operasyonên serdegirtinê yên taybet kir û zêdeyî 51 opersayonên pêk anîn.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê, di operasyonên serdegirtinê yên YAT’ê de, di nav de 7 jin, 33 çeteyên şaneyên DAIŞê li hundirê Kampê, hatin girtin.

Ji wan berpirsê yekemîn ê şaneyên DAIŞê li kampê Ehmed Xaşi yê bi “Ebû Xalid” tê nasîn û berpirsê duyemîn ê DAIŞê Qusey Mihemed ê bi “Ebû Gerar” tê nasîn, bûn.

Bi vê yekê jimara çeteyên ku di operasyonên ewlehiyê yên di 10 rojên dawîn ku li kampa Holê hatine girtin gihîşt 158’an.

Hêzên Asayîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çavdêrên rewşê dibînin ku ji bo bidawîkirina xeteriya vê kampê, ev operasyonên têrê nakin.

Ji ber ku fikirê terorê û tundraw hîna li kampê zindî ye û bi taybetî li hemberî zarokan û ev yek jî di dema heyî û ya bê de jî, gefê li tevahî cîhanê dixwe.

Li Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 60 hezar û 351 kes dimînin, ew kes li ser 16 hezar û 404 malbatên ji Sûriyê, Iraqê û welatên biyanî, belav dibin.

Back to top button