Heyva Sor a Kurd: Nexweşî siviktir bûye lê egera zêdebûnê hîna heye

Li kantona Şehbayê, li nava Efrîniyên koçber nexweşiya laşmanyayê hê bi dawî nebûye. Heyva Sor a Kurd a Şehbayê dide xuyakirin ku ew li gorî derfetên kêm, pêketiyan derman dike, lê ji ber dorpêç û nebûna pêşkêşkirina alîkariyan, egera zêdebûn û demdirêjbûna nexweşiyê heye.

Nexweşiya laşmanyayê ya li nava Efrîniyên li Şehbayê belav bûye, li ber bîlançoya par û pêrar, siviktir bûye. lê ji ber nepêşkêşkirina rêxistinên navdewletî bo alîkariyan, egera zêdebûna belavbûnê xwe dide der.

Endama Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd a şaxê Efrînê Elya Mihemed anî ziman ku piştî pêngavên paqijkirin û dermankirinê, laşmanya siviktir bûye.

Laşmanya li ser 3 qonaxan tê dermankirin. Me weke Heyva Sor a Kurd tevî derfetên kêm, karî qonaxa 1. a dermankirinê peyda bikin. Me dît ku nexweşî siviktir bûye.

Heyva Sor a Kurd: Pêketî tenê li navendên me têne dermankirin

Elya Mihemed da xuyakirin ku pêketî tenê li navendên Heyvê têne dermankirin.

Li gorî bîlançoya me ya berî 3 mehan, hezar û 791 kes bi laşmanyayê ketine. Ev pêketî, dermankirina destpêkî li navendên Heyva Sor tenê dibînin.

Heyva Sor a Kurd: Dibe ku nexweşî ji ber nedermankirinê demdirêj bibe

Rêveberiya Heyvê dibêje ji ber dorpêç û nebûna alîkariyan, dibe ku laşmanya zêdetir bibe û bibe nexweşiyeke demdirêj.

Me karî gulpên qonaxa 1. a laşmanyayê peyda bikin, lê mixabin, çi qasî derfetên me hebin, em nikarin bi tena xwe romal bikin. Eger rêxistin an hikûmeta Şamê bi me re ne alîkar bin, dê nexweşî zêde û demdirêj bibe.

Li gorî Heyva Sor, li Şehbayê 7 xalên tenduristiyê hene. Ev xal, li gorî derfetên sînordar pêketiyan derman dikin.

Back to top button