D. Ciwan Mistefa: Jimara pêketiyan ji ya qeydkirî zêdetir e

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa bang li welatiyan dike ku testa Coronayê çêkin.

D. Ciwan Mistefa diyar kir ku wan ji Nîsana par ve test ji 32 hezar û 922 kesan re çêkiriye û heta niha 11 hezar û 769 kes bi vîrusê ketine, ji wan 415 kes mirine û hezar û 354 kes jî baş bûne.

Aliyên peywendîdar piştrast dikin ku jimara pêketiyan zêdetirî jimara li cem Desteya Tenduristiyê ye, ji ber kesên gumana pêketina bi vîrûsê li ser wan heye, naçin navenda desteya tenduristiyê da ku testan çêkin.

Şaneya aloziyê diyar kir, li gorî jimarên hatine qeydkirin rojane 5 kes dimirin û 250 kes jî bi vîrûsê dikevin.

Ji ber vê yekê, şaneyê li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê ji 6 heta 12`ê Nîsanê, qedexeya giştî ragihand. Her wiha li herêma Firatê jî ji 9`ê Nîsanê ve qedexeya giştî kete pratîkê û dê heta deh rojan berdewam bike.

Back to top button