Nivîsgeha Rizgarkirina Êzîdiyên revandî: Çarenûsa zêdeyî 1190 jinên Êzîdî ne diyar e

Hevseroka Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ragihand ku çaranûsa zêdetirî hezar û 190 jinên êzidî ne diyar e.
Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku Hikûmeta PDK’ê û Bexdayê ji bo rizgarkirina jinên revandî ne cidî ne, tenê li ser Şengalê li hev dikin.

Nivîsgeha Rizgarkirina Êzîdiyên Revandî da zanîn ku ​​​​​​​çaranûsa zêdeyî hezar û 190 jinên êzidî ne diyar e.

3 Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê fermana 74’an bi serê Êziyên Şengalê anî û êzîdî bi kuştin, koçberkirina û revandinê re rû bi rû hiştin.

Li gorî daneyên nivîsgeha rizgarkirina êzidiyên revandî, di roja yekemîn a êrîşan de, hezar û 293 êzîdî hatin kuştin, zêdeyî 68 cihên olî hatin wêrankirin.

Heta niha 80 gorên komî yên wan qurbaniyan hatine dîtin. Nivîsgehê diyar kir ku çeteyan 6 hezar û 417 êzîdî revandin, di nav de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene.

Li ser mijarê, Hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ji ANHA’yê re anî ziman ku armanc ji van êrîşan qirkirina êzîdiyan bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rizgarkirina jinên êzîdî yên revandî, Komîteya Rizgarkirina Jinên Êzidî hat avakirin.

3 hezar û 537 êzidî hatin rizgakirin di nav de hezar û 201 jin, 339 mêr, hezar û 43 keç û 954 kur hene ji aliyê QSD, YPG, YPJ’ê ve di pêngavên rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞê ve hatin rizgarkirin.

Leyla Îbrahîm: PDK û Bexdayê ji bo rizgarkirina jinên revandî ne cidî ne

Niha dîsa li dijî gelê Şengalê planên qirêj tên gerandin, hikumetên Bexdayê û PDK’ê li ser hesabê şêniyên Şengalê peymanan îmze dikin.

Lewra, Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku kesên ferman pêk anîne, li ser Şengalê li hev dikin û komployan pêk tînin û ji bo rizgarkirina jinên revandî ne cidî ne.

Leyla Îbrahîm piştrast kir ku divê nêrîna şêniyên Şengalê di ber çavan re were derbaskirin ne ku werin paşguhkirin.

Back to top button