Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Ji bo azadiya rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê, çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê, bi biryardariyeke xurt didome.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku sedema hemû aloziyan, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku hatî destpêkirin, di roja 135’emîn de dewam dike.

Çalakiya grevê li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî 114 roj û li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 97 roj berdewam dike.

“Em dibêjin êdî bes e, bila tecrîdê bi dawî bikin”

Li gel vê, malbatên girtiyan bangên hestiyariyê dikin û daxwazên zarokên xwe rawa dibînin.

Di vê çarçoveyê de, dayika Nîhat Malgaz ê di girtîgehê de ye Rahmete Malgaz, bal kişand ser tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.

Salîha Aydeniz: Bi dawîbûna tecrîdê re hemû alozî dikarin bên çareserkirin

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî di kongreya partiya xwe ya li Amedê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyê sedema hemû aloziyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Salîha Aydenîz got:

“Bi dawîbûna tecrîdê re hemû alozî dikarin bên çareserkirin.

Ocalan hem ji bo Tirkiyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn firsendek e. Heta ku tecrîd rabe emê têbikoşin.

Her wiha ji bo yekîtiya nav kurdan pêk were emê bixebitin.”

Jinên li Rûsyayê tecrîd şermezar kirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dimînin jî bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Back to top button