Li ser sînorên parêzgehên Urmiye û Sineyê yên Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê 2 kolber birîndar kirin.
Li gorî Kolbernewsê leşkerên Îranê li ser sînorê bajarê Şino ya parêzgeha Urmiyeyê êrîşî kolberan kir.
Di encamê de kolberê bi navê Hekîm Osmanî yê 30 salî ku xelkê Şino ye bi giranî birîndar bû.
Ji bo dermankirinê li nexweşxaneya bajarê Hewlêrê hat rakirin
Her wiha hêzên Îranê li ser sînorê bajarê Bane yê parêzgeha Sineyê êrîşek ser kolberan pêk anî.
Di êrîşê de kolberê bi navê Îsmaîl Rehimî birîndar bû.
Ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya navçeya Pêncwên a Silêmaniyê.