Gerîla ji hewa de qereqola Girê a artêşa Tirk ya li Colemergê bombebaran kir

Gerîlayên HPG’ê ji hewa de li qereqola Girê a artêşa Tirk a dagirker ya li Çelê ya Colemêrgê dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir, Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de 8’ê Nîsanê bi wesayîtên hewayî li qereqola Girê ya li Çelêya Colemêrgê xistin.

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîne.

HPG’ê da zanîn 8’ê Nîsanê derdora gundê Bêbadê ya herêma Garê, qada Karker a Zapê,

9’ê Nîsanê jî qada Tepê Ortê ya Metîna hatiye bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir di encama van bomberanan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button