Li Edeneyê 3 kes bi idîaya girêdana bi rêxistinê hatin girtin

Li Edeneyê ji 8 kesên ku ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatibûn binçavkirin, 3 kes bi idîaya girêdana bi rêxistinê hatin girtin.

Di çarçoveya qirkirina siyasî de, 3’yê nîsanê polîsên dewleta Tirk li Edeneyê 8 kes binçav kiribûn.

Dozgeriya Tirk bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘propagandaya rêxistinê kirine’ ji Dadgeriya Cezayê ya Silhê ya Edene xwest ku werin girtin.

Ji 8 kesan 5 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 3 kes bi îdîaya ku ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin.

Li Amedê ji 22 jinên ku di bin çavan de bûn, du jinên din hatin girtin

Her wiha, ji 22 jinên ku 5’ê nîsanê li Amedê hatibûn binçavkirin, 6 jê hatibûn girtin û 10 jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan, 1 jî bi hebsa malê haibû cezakirin.

5 jinên din ku karûbarên wan li Midûryeta Emniyetê ya Amedê qediya, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dozgeriyê, Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.

3 jinên mayîn jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Back to top button