Li Derya Reş av êdî tam germ bûye û li Derya Spî jî ji bo germbûna avê agir hatiye pêxistin.
Amerîka 2 keştiyên xwe yên şer berbi Derya Reş ve xistiye rê, li diî vê Rûsya jî 10 keştiyên xwe yên li Derya Hazarê veguhest Derya Reş.
Êdî ji Kîevê zêdetir, Waşîngton bifikare û hêzê li herêmê kom dike.
Kremlîna Rûsya ragihand ku ger şerek dijwar li rojhilatê welat pêk were dibe ku ew bikevin Ukrayna yê.
Dêwên cihanê careke din hatine pêşberî hev.
Li dirêjahiya sînorê Ukrayna hêzên Rûsî têne bicihkirin.
Ji çekên giran heta yên sivik, nêzî 20 hezar leşkerên Rûsî tenê di nava 2 hefteyên dawiyê de li xeta sînorê Ukrayna hatine bicihkirin.
Peyamên gefxwarinê û rewşa aloz ya heyî hîn zehmetir bûye.
Ji Rûsya daxuyanî li pey daxuyaniyê tê dayîn.
Herî dawî doh Berdevkê Kremlîn Dimitri Peskov rewşa li herêmê bi baruta fişekê binavkir û got:
Rûsya wê di êrîşeke ku bi awayekî komî sivîl werin kuştin de li bendê nemêne.
Berdevkê Rêveberiya Serok-dewletê Rûsya Dmitriy Kozak jî ragihand ku wan ji 2019’an ve pasaport daye nêzî 650 hezar kesî.
Ji ber vê yekê di êrîşeke li ser herêmê de wê welatiyên xwe bi tenê ne hêlin.
Li dijî van gefxwarinên Rûsya, hikumeta Kiev jî bi biryara mina Kirimê wê axa welat ji Moskova re ne-hêle.
Serokdewletê Ukrayna li nava leşkeran peyama parastinê da
Serok-dewletê Ukrayna Volodomir Zelanski serdana leşkerên li eniya pêş kir û peyama parastinê da.
Zelenski beriya niha jî banga piştevaniyê ji NATO kiribû û weke tekane rêya xelasbûna ji şer endamtiya welatê xwe ya ji bo NATO nîşan dabû.
Heta niha li ser xeta sînro zêdeyî 24 leşkerên Ukrayna hatine kuştin.
Sererkanê Ukrayna Homçak: Ji bo êrîşê ti amadekariyê me tine ne
Ser-erkanê Ukrayna Ruslan Homçak jî diyar kir ku ew ne di nava amadekariyek şer de ne û got:
Ti hewildanek me ya amadekariya ji bo êrîşekê tineye. Lê em di rewşa parastinê de ne. Niha tekane rêya çareseriyê neşer, lê dîplomasiye.
Waşîngton 2 keştî bi hewara kievê ve şand
Waşîngton jî li hewara dengê Ukrayna diçe.
Berdevkê Pentago ragihand ku di çarçoveya koordînasyona bi Tirkiyê re li gorî mercên peymana Mon-tro wan 2 keştiyên xwe ber bi Derya Reş ve şandine.
Ev keştî wê 21 rojan li herêmê bimêne û piştre vegere Derya Spî.
Pûtîn ji bo Erdogan: Peymana Montro divê were parastin
Serok-dewletê Rûsya Vlidimir Pûtîn di peywendiyek telefonî ya li gel Erdogan de xwest ku Peymana Mon-tro baş were pêkanîn.
Serokdewletê Ukrayna berê xwe da Enqerê
Di nava van hemû aloziyan de, serok-dewletê Ukrayna Zelenski li ser rêya Enqerê ye.