Blinken ji bo mijara Ukrayna-Rûsya bi Almanya û Fransa re hevdîtin pêk anî

Li dijî tevgera leşkerî ya zêde ku Moskova li ber sînorê Kievê dike, Waşîngton xistiye fikaran.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Blinken bi hempîşeyên xwe yên Alman û Fransa re li ser rewşa navbera Ukrayna-Rûsya de axivî.

Pentagonê jî ragihand ku Moskova ji 2014’an ve sewqiyata herî mezin ya leşkerî li ber sînorê Ukrayna dike.

Bi hatina dengê dahola şerê li rojhilatê Ukraynayê re, NATO û hevalbendên xwe ketine tevgerê.

Amerîka jî naxwaze ji rewşê durbimên û heta dixwaze careke din serkêşiya xwe nîşan bide.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken, li gel hempîşeyên xwe yên Almanya û Fransa re axivî.

Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê DYA Ned Price li ser hevdîtina wezîran bi daxuyaniyeke nivîskî agahî parve kir.

Ned Price diyar kir ku Antony Blinken bi hempîeyê xwe yê Alman Heiko Maas û yê Fransî Jean-Yves Le Drian re peywendiyek pêk aniye.

Wezîr Blinken û Wezîr Maas têkildarî dagirkeriya li Kirim û Rojhilatê Ukraynayê axivîn. Wezîran li dijî dagirkerî û provakasyonan îşaret bi piştevaniya ji bo Ukrayna kirin. Wezîran ji Rûsya daxwazkir ku yekser veguhestina hêza leşkerî ya ji bo herêm ê bide rawestandin.

Di peywendiya wezîrê DYA û Fransa de jî herdu wezîran careke din piştevaniya xwe ya ji bo yekparbûna xaka Ukrayna anîne ziman û mijara rawestanina hêza Rûsya ji bo herêmê jî hate nîqaşkirin.

Pentegon: Rûsya ji 2014’an ve sewqiyata herî mezin a leşkerî pêktîne

Tevî wezîran di rojeva Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) ê John Kirby jî aloziya li Ukrayna hebû.

John Kirby di daxuyiya çepemeniya rojane de, îşaret bi veguhestina hêzên Rûsya li ber Ukraynayê kir û bertek nîşan da.

Moskova armanca xwe bi zelalî nîşan na de. Veguhestina ewqas hêz li ber sînorê Ukrayna ne gaveke aramiyê ye. Ev veguhestinek pir zêde ya hêzê ji bo herêmê ye. Ji 2014’an ve veguhestina herî mezin ya ku me dîtiye.

Koşka Spî: DYA ji ber krîza Ukrayna bi hevalbendên xwe re di têkliyê de ye

Aliyê dîplomasiya welat jî Berdevka Koşka Spî Jen Psaki ji cihê berdevkê Pentagon lê mayî dewam kir.

Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de tevgera Rûsya ya li herêmê bi “çavbirçî” binav kir.

Aloziya li herêma Donbas em ji nêz ve dişopînin. Li dijî tevgerên çavbirçî yên Rûsya wê bêdeng nebin û wê encamên xwe hebin. Em bi hevalbendên xwe yên li herêmê re ji nêz ve di nava peywendiyan de ne.

Psaki anî ziman ku ew nikare agahiyên berfirehtir yên derbarê hevdîtinan de parve bike.

Back to top button