Civîna Komîteya Hiqûq a Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya bidawî bû

Komîteya Hiqûq a Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya ku ji bo plansaziya hilbijartinên 24’ê Kanûnê li welat pêk were, civîna xwe ya 3 rojan ku li Tunisê pêk dianî bidawî kir.

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyî jî bang kir ku peymanên beriya hikumeta demkî ya welatî ku hatî ragihandin werin petalkirin.

Civîna komîteyê ku 7’ê Nîsanê li Tunisê despê kirî doh di roja xwe ya sêyem de bi dawî bû.

Hate ragihandin ku aliyên Lîbya li ser avakirina şêwazê qanûna hilbijartinê lihevkirinek pêk hatiye.

Di aliyê hilbijartina serokatiyê di nava aliyan de nakokî derket.

Berpirseke ji komîteyê ku ji çapemeniya Tirkiyê re axivî anî ziman ku wê encamên civînê di hefteya pêş de were ragihandin.

Berpirsê Lîbî diyar dike ku Destûra bingehîn ji 63 madeyên sereke pêk tê û li ser piraniya wan ji alî gihiştine lihevkirinê.

Mijara referandûmê jî ji bo Foruma Diyaloga Siyasî hatiye hiştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 17 endamên Komîteya Hiqûqê ku di 17 Kanûna 2020’an de hatin hilbijartin, bi erkê avakirina destûra bingehîn ya hilbijartinê kar dikin.

Bi pêşengtiya NY, ji nava siyasetmedar û pêkhateyên cuda, 75 kes cihê xwe di Foruma Diyalogan a Siyasî ya Lîbya de digrin.

Li welat tê payîn 24’ê Kanûna 2021’an hilbijartina giştî ya li welat pêk were.

“Divê peymanên berê yên hatin îmzekirin bên betalkirin”

Li aliyê din, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyî bi daxuyaniyekê li ser Facebookê banga rawestandina lihevkirinên der barê hevkariya leşkerî û ewlehiyê de kir ku di dema şerê çekdarî de, vekirina rêya peravê, çareserkirina dosyayên girtiyan de hatibûn lihevkirin.

Komîteyê bang li Meclisa Ewlekariyê ya Navneteweyê û şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya piştgiriya Lîbyayê kir ku karê şandeya çavdêrên navneteweyî bi lez bike ku çavdêriya agirbestê dike û erkên wê firehtir bike da ku çavdêriya derxistina çetayan bike.

Back to top button