Kongreya Star a Lubnanê dayîka Ûweyş bi bîr anî

Kongra Star dayîka Rêber Abdulah Ocalan di 28 salvegera wefata wê de, li Libnanê bi bîr anî.

Ji bo vê bibîranînê, Kongra Star duh civînek bi beşdarbûna bi dehan jin li Beyrûta paytext li dar xist.

Endama Kordînasyona Kongra Star Netewî Xemîn axivî û dayîka Rêber Ocalan, Iwêş û keda wê bi bîr anî.

Netewî her wiha got ku niha gelek dayîkên gelê Kurd ên hemû tiştî ji bo xizmeta doza gelê xwe didin, çêbûne.

Netewî di dawiyê de teqez kir jî ku êdî dem hatiye, jin xwe baş bi rêxistin bikin.

Back to top button