Li Diyalayê jimareke DAIŞ’î hat kuştin

Li çiyayên Hemrînê yên parêzgeha Diyalayê, di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, jimareke çete hat kuştin.

Şaneya Ragihadina Ewlehiya Iraqî da zanîn, roja Şemiyê, piştî bidestxistina agahiyên der barê stargeheke DAIŞ’ê de, hêzên wan bi hevkariya Koalisyona Nevdeletî, êrîşeke asîmanî pêk anî.

Li gorî şaneyê, di encama vê êrîşê de, stargeh bi temamî hat rûxandin û çeteyên xwe tê de veşartibûn, hatin kuştin.

Îro jî, Heşda Şebî li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundên rojavayê gola Hemrînê operasyoneke ewlehî û paqijiyê ya berfireh da destpêkirin.

Back to top button