Rûspiyên Dêra Zorê: Operasyon erênî bû û divê operasyonên wisa ranewestin

Rûspiyê Êla El-Şiêtat a bajarokê Xeranîc ê Dêra Zorê anî ziman ku operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” bo aramiya herêmê bi giştî tiştekî erênî bû, li ser vê yekê, divê operasyon li dûr operasyonê bê kirin. Rûspiyan da zanîn jî ku ne tenê DAIŞ, hikûmeta Şam, Tirkiye, Îran û Rûsya jî hene û hewl didin aramiya herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin.

Em digel hemû têkberên terorê ne. Têkoşîna hêzên ewlehiyê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz e. Em dixwazin ev operasyon bêrawestan bidome.

Hizbullah ji aliyekî ve, Îran ji aliyekî, Tirk û Rûs jî ji akiyekî din ve. Hemû bo kuştin û talankirinê li vir in.

Em dixwazin operasyon li pey operasyonê bê kirin, heya herêm ji çete û bermahiyan paqij bibe.

Back to top button