Dosyaya Şengalê rojeva sereke ya civînê bû

Peymana li ser Şengalê di nav de, serokê Başûrê Kurdistanê bo gengeşekirina gelek mijaran, digel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya.

Serokatiya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê digel serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî rewşa Iraqê, nîqaş kir.

Hat ragihandin ku mijara Şengalê jî xaleke sereke ya civînê bû.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan teqezî li ser pêwîstiya xurtkirina aramî, hevkariya Hewlêr û Bexayê, hemahengiya dezgehan û rûbirûbûna terorê kir.

Em amade ne çi xwestekên bexdayê hebin bi cih bînin

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt jî vê sibehê digel Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên civiya.

Komkara Erebî bi Iraqê re soza pêkanîna hemû xwestekên Bexdayê da.

Back to top button