Erdogan piştevaniya xwe bi Ukraynayê re ragihand

Li dijî Rûsya, Tirkiye piştevaniya xwe bi Ukrayanayê re radigihîne.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan Şemiyê ragihand ku welatê wî bi yekparbûna erdê Ukraynayê re ye û piştevaniyê didinê.

Ev yek li gel serdana serokê Ukraynayê bo Stenbolê hat.

Herdu serokkomaran têkiliyên dualî nîqaş kirin û paşê konferanseke çapemeniyê li dar xist.

Weke îşaret bi dagirkirina Nîvgirava Qerim ji aliyê Rûsyayê ve, Erdogan teqez kir ku ew piştevaniyê didin helwesta Kievê ku “nabe Nîgirava Qerim ji jêr serweriya wê derkeve”.

Back to top button