Rêber Apo: Dayika min sembola dawî a bermahiyên xwedawendên hezar salan bû

Dayîka Uveyş ji bo ku zarokekî mîna Rêber Apo anî dinyayê di serî de Kurd hemû mirovahî deyndarên wê ne. Rêber Apo dibejê; “Dayika min, semboleke dawî ya bermahiya xwedawendên hezar salan bû.”
Îro jî dayîkên Kurd li ser xeta Rêber Apo di têkoşîna Azadiyê de xwedî roleke girîng û pêşeng in. Belê îro salvegera wefata dayîka Uveyş e. 

Meha Nîsanê ji bo dîroka hemdem ya Kurdan xwedî wateyeke cuda û meheke bi xêr û bêr e.

Nîsan ew meh e ku zarokê pîroz Rêber Apo hatiye dinê û dayîka pîroz a ku ew welidandiye ji dinê koç kiriye.

Ev yek jî buyereke gelekî balkêş e.

Bi vegotinên Rêber Apo em dayîka Uveyş weke şerker, bi hers û tûj nas dikin. Rêber Apo dema qala bîranînên xwe dike, dibêje tevî ku dayîka wî gelek caran jê xwestiye jî lê wî sê metre qumaş jê re nestandiye.

Nivîskarê Kurd Mihemed Seîd Uçlu di Romana xwe ya bi navê Amara de bi awayekî dûr û dirêj û herikbar qala serpêhatiya jiyana dayîka Uveyş a ji dema zarokatiya wê heta 4’ê Nîsanê ango welidandina Rêber Apo dike.

Nivîskar êş û sanciyên welidandinê yên dayîka Uveyş ku 1’ê Nîsanê destpê dike wiha pênase dike.

“Demsala gulan, daran, bûn bihar, xweza di nava êşê de ma û hevaltî bi êş û sanciyên dayîka Uveyş re kir.

Bahozê sê roj û sê şevan dewam kir.

Sê roj û sê şev baran nesekinî.

Sê roj û sê şev birûsk û bilqetê lê dan û weke şûrekî ji agir tarîtî derizand.

Sê roj û sê şev gurminiya ewran a mîna erdhejê qet kêm nebû.

Sê roj û sê şev êş û sanciyên welidandinê zêdebûn û dewam kir. Êş û sancî weke xencereke du dev li pişta wê diket.

Li derve gurminiya ewran bû, biruskê lê dida û alavên sor dipijiqîn. Bahoza di laşê Uveyşê de hemû bedana wê serûbin dikir.

Her carê dema ku sancî dihat mîna ku bi sedan derbên kêran bi hevre li pişta wê diketin. Dema giyanek ji giyanekî vediqetiya êş zêde dibûn.

Roj li Rojhilat hêdî hêdî bilind bû.

Rûyê gundiyên Amarayê keniya.

Rojeke germ a biharê kete nava axê.

Cot kevokên bask pak ber bi ezmanên şîn ve firiyan.”

Dayîka Uveyş dayîkeke serhildêr û afrînera jiyana azad e. Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi navê “Parastina Gelekî” de wiha behsa têkiliyên xwe yên bi dayîka xwe re dike,

“Eger min guh bida hişyariyên diya xwe û hewldanên wê yên fetisandinê li ber çav bigirta dibe ku rê li serhatiyên min ên trajîk venebûna. Lê belê dayika min, semboleke dawî ya bermahiya xwedawendên hezar salan bû ku hem diqediya û hem jî bermahiyeke neçar bû.

Ez bi wê zaroktiya xwe hem ji vê sembolê netirsiyam û hem jî min hewceyî bi hezkirina wê nedît ji bo ez xwe azad his bikim. Lê min dizanîbû şertê jiyana min bi parastina namûs û şerefa wê dibe, min ev yek jî ti car ji bîr nekir.”

Back to top button