Tirkiye wê penaberek Rojhilatê Kurdistanê radestî Îranê bike

Tirkiye dixwaze penaberek xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku niha li Tirkiyê ye, radestî rejîma Îranê bike.
Penaberê Kurd ragihand ku ger wî radestî Îranê bikin, ew ê were darvekirin.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê metirsî li ser jiyana penaberê Kurd ê bi navê Efşîn Suhrab Zade ku nêzî çend sale penaberî Tirkiyê bûye heye.

Hat ragihandin ku Tirkiye dixwaze penaberê Kurd Suhrab Zade radestî Îranê bike.

Penaberê Kurd Efşîn Suhrab di 5’ê nîsana 2021’an ji ber sedemek nediyar ji aliyê polîsên Tirk ve, li bajarê Qeyserî hatiye binçavkirin.

Tê gotin penaberê Kurd şandine kampekê û ji wir jî radestî rejîma Îranê were kirin.

Penaberê Kurd bang li hemû navendên Mafê Mirovan kiriye daku alîkariya wî bikin û ragihand ku ger dewleta Tirk wî radestî Îranê bikin ew ê were darvekirin.

Penaberê Kurd Efşîn Suhrab Zade 31 salî ye û xelkê Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê ye û 2009’an li Îranê hatibû girtin û 29 ceza lê hatibû birîn.

Back to top button