Çîn..Li herêma Sîncan 21 kes li kaneke komirê asê man

Li herêma xweser a Sîncan a li bakur rojavayê Çînê qezayek pêkhat û 21 kes li kaneke komirê asê man.

Li gorî ajansa nûçeyan a Xînhûayê, êvara Şemiyê dema ku li kana Fengyûanê karê nûkirinê dihate kirin, av kete hundirê kanê û karker asê man.

Di dema bûyerê de bi giştî 29 karker li kanê bûn.

Hate ragihandin ku ji wan 8 kes hatin rizgarkirin.

Li Çînê bi giranî ji ber pirsgirêkên ewlekariyê li kanan qeza timî rû didin.

Meha Çileyê li rojhilatê welêt di encama teqînekê de devê kanekê xitimî bû û 22 kar du hefteyan li hundirê kanê asê mabûn.

Ji wan 11 kes hatibûn rizgarkirin, 10 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, yek jî winda bûbû.

Back to top button