Kongra Star: Dayê Ûweş mînaka jina bihêz e

Koordînasyona Kongra Star dayika rêber Abdullah Ocalan di salvegera wefata wê de bi bîr anî û diyar kir ku Dayîka Ûweyş ji bo gelê Kurd xwedî cihekî taybet e, ji ber ku rêber Abdullah Ocalan anîye dinê. 

Bi rasthatina salvegera 28. ya wefata dayika rêber APO Ûwyiş koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek niviskî weşand.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de got:

Dayika Ûweyş mînaka jina bihêz e ku serî ji zilmê re netewand. Zarokên xwe li ser vî esasî xwedî kirin.

Ji me re mînaka serbilindiyê ye. Ji ber ku rêya ber bi azadiyê ve ji me re ronî kir.

Ew bû ku rêberê mezin anî dinyayê, xwedî kir û mezin kir ku bi saya wî em bi azadî dijîn.

Kongra Star: Rêber Apo ji hêza dayîka xwe sûd wergirt

Kongra Star destnîşan kir ku rêber APO dayika xwe weke xwedawendekê pênase kiriye û wiha domand:

Rêber Abdullah Ocalan ji hêza dayika xwe sûd wergirt û ji xwe re kir çavkaniya hêza şoreşa jinan ku ji bo wê tê dikoşe.

Dayik mamoste, perwerdekar û rewşenbîr e.

Ji ber wê dema rêber Abdullah Ocalan behsa jiyana xwe dike kesayeta dayika xwe bi bîr tîne û di kesayeta dayika xwe de kesayeta jina bihêz û rêveber şîrove dike.

Koordînasyona Kongra Star herî dawî dayika Ûweş û hemû dayikên aştiyê bi bîr anî û got:

Wan rêberên ku bi saya wan jin û gelên herêmê hatin rizgarkirin, anîn dinyayê.”

Back to top button