Jinên navçeya Tirbespiyê: Me ji kesayeta dayîka Ûwyiş berxwedan nas kir

Derbarê salvegera 28. ya wefata dayika rêber APO, Ûweyş. Jinên navçeya Tirbespiyê û Dayikên şehîdan destnîşan kir ku wan hêz, îsrar û serîhildana li hemberî zilmê ji dayîka Ûweyş girtine. Jinan gotin: “Dayîka Ûweyş rêber û şoreşgerek ku ji bo mafên jinan têdikoşe anî dinê.

11`ê Nîsanê salvegera 28`emîn a wefata dayîka rêber Abdullah Ocalan, Ûweyş e.

Jinên navçeya Tirbespiyê dayika Ûwyeş bi bîr anî û diyar kir ku dayika Ûwyeş îsbat kir ku azadî ji zarokatiyê de dest pê dike.

Daxuyanî li pêşiya Kongra Star a navçeyê ji aliyê endama Kongra Star Îman Mehmûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Jinan di kesayeta dayika Ûweyş de gelek taybetî û rêbazên berxwedanê nas kirin.

DAyîkên Şehîdan: Me ji kesayeta daîyk Ûweş hêzê girtiye

Dayîkên şehîdan jî diyar kir ku ew bi kesayeta dayika Ûweyş serbilind in, ji ber ku wan serîhildana li hemberî zilmê jê girtine.

Her wiha dayîkan bang li her jinekê kir ku têkoşîna xwe heta bidestxistina azadiya xwe, berdewam bike.

Back to top button