Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin li Îsraîlê bi hempîşeyê xwe re civiya

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin ji bo serdana xwe ya 2 rojan li Îsraîlê ye. Rojeva sereke Îrane û Îsraîl di vê mijarê de li dijî tevgerên Waşîngtonê radiweste. Ji niha de li pêşiya Austin 2 rojên zehmet heye.

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin li Rojhilata Navîn serdana xwe ya ji bo Îsraîlê pêk anî.

Lloyd Austin ji aliyê hempîşeyê xwe yê Îsraîlî Benny Gantz ve hate li balefirxanê hate pêşwazîkirin.

Austin di serdana xwe de tevî Serokwezîrê Îsraîl Binyamin Netanyahu wê bi rêveberên din yên welat re jî bicive.

Berdevkê Wezîrareta Parastinê Pentagonê John Kirby jî beriya niha ragihandibû ku ewê wezîr li ser hevkarî û girêdana xwe ya piştevaniya DYA bi Îsraîlê re binirxînin.

Berpirsan anîn ziman ku di hevdîtina aliyan de wê peymanên şandina çekan jî were destgirtin.

Ev serdan piştî rêveberiya serokê DYA Joe Biden hatî li ser deshilata welat, yekem serdana di asta bilind ya Waşîngtonê bo Îsraîlê ye.

Di demeke ku Biden dixwaze li bernameya Peymana Nûkleerî ya bi Îranê re vegere, naxwaze hevalbendê xwe yê stratejîk bihêrs bike.

Ji ber ku di her fersendê de Îsraîl dijberiya xwe ya li vegera peymanê tîne ziman û di vî warî de rexne li Waşîngtonê dike.

Her wiha Îsraîl îdia dike ku wê bi rêya dîplomasî nekarin rê li pêşiya Tahranê bigrin.

Piştî serdana li Îsraîlê Wezîr Austin wê serdana Almanya, Îngilistan û Belçîka bike.

Austin plan dike di serdana xwe ya li Brukselê de, berê xwe bide navenda giştî ya NATO jî.

Back to top button