Li bajarê Toronto yê kanadayê meşek hat lidarxistin

Di çarçoveya kampanyaya “Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin” li bajarê Toronto yê Kanadayê û li Helsinkiya paytexta Fînlandayê, meşe hatin lidarxistin.
Li Drancyê a Parîsê jî; ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hate kirin.

Meş bi pêşengiya Meclisa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li navenda bajêr pêk hat û tê de faşîzma dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Di meşê de doza girtinê ya li dijî HDP’ê û girtina Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû û vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê hatin şermezarkirin.

Di meşê de li ser armanca meşê bi sedan belavok hatin belavkirin.

Li Helsinkiyê çalakiyek hat li dar xistin

Bi heman armancê li Helsinkiyê doza girtina HDP’ê û vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Di çalakiyê de bi dirûşmeyên faşîzma Erdogan şermezar kirin.

Li Drancyê çalakiyek hate li dar xistin

Li daliyê din ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li banliyoyeya Drancy a Parîsê ciwanên, Tevgera Ciwanên Şoreşger meşiyan.

Ciwanan diyar kirin ku dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatiye.

Di meşê de belavok jî hate belavkirin.

Back to top button