Ukrayna..Li paytext Kîevê perwerdeya leşkerî tê dayîn

Li rojhilatê Ukrayna rewşa aloz, bandora xwe li nava welat kiriye.
Li dijî gefxwarinên Moskow, Ukrayniyan dest avêtine çekê û xwe perwerde dikin.
Li paytext Kîevê li herêmeke vekirî di bin navê “Ukrayna Biparêze” tetbîqatek hate kirin.

Di tetbîqata li Rojhilatê Ukrayna hate kirin de, gaziyên şer, welatparêz û kesên xwedî çek beşdar bûn.

Kesên beşdar bûn, şêwazê berdana çekê, vekirina wê û alîkariya despêkê di dema şer de hîn bûn.

Li gorî Yekîtiya Netewî armanca wan ji vê tetbîqatê di dema êrîşekê de gel amade be.

Dagirkeriya Rûsya ya li Kirim û amadekariyê wê yên di dema dawiyê de tenê tiştekê dide diyarkirin.

Em ê welatê xwe heta dawiyê li dijî vê hêzê biparêzin.

Lê beriya ku em bi dijminê xwere şer bikin divê em xwe baş amade bikin.

Kesên beşdarî tetbîqatê bûyîn bi van gotinan balê dikişînin ser girîngiya amadebaşiyê.

Piştî 30 Adarê Kîevê ragihand ku Moskow li sînorên Ukrayna hêzêke mezin veguhestiye, bertek derketin.

Ji wê demê ve Kîev jî ji bo şerekê xwe amade dike.

Back to top button