Projeya baxçeyên sergirtî ya li bajarokê Rimêlanê, pêdiviya zêdetirî 450 hezar şêniyên herêmê dabîn dike.
Ne ev tenê derfetên kar dide zêdetirî 100 kesî.
Helbet ev piroje di rewşa belavbûna vîrûsa Corona yê de gaveke girîng e.
Ji destpêka şoreşa Rojava heta îro êrîş û dorpêçên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Niha jî hikumeta Şamê nahêle madeyên xwarinê yên bingehîn, sotemenî û derman derbasî herêmê bibin.
Lê ji bo rê li pêşiya van kirîzan were girtin Rêvberiya Xweser derfetên aborî pêş dixe ji ber ku çandinî jêdera serke ye.
Li bajarokê Rimêlanê, Desteya Aborî di 2016`an de yekemîn projeya baxçeyên sergirtî vekir, ku tê de 9 baxçeyên sergirtî hene û rûbera wê jî 12 donim bû.
Niha jî hejmara baxçeyên sergirtî bûne 32 û li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ya yekemîn e.
Ev piroje di dirêjahiya salê de pêwîstiyên şêniyên kantona Qamişloyê ji sebzeyan dabîn dike.
Yek ji taybetmendiyên vÊ pirojeyê di zivistanê de mekanîzmaya germkirinê û di havînê de mekanzmaya sarkirinê heye, da ku di dirêjahiya salê de berheman bide.
Projeya baxçeyên sergirtî derfetên kar dide ciwanên herêmê, niha di projeya Rimêlanê de derdora sed karker dixebitin.
Rêveberên ku proje bi rê ve dibin, dan zanîn ku projeyên bi heman rengî yên li navçên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di dirêjahiya salê de hewcedariyên gelê herêmê bi vih bînin.