Lloyd Austin: Em ê li gorî ewlehiya Îsraîlê tev bigerin

Wezîrê Parastinê yê Amarîka Lloyd Austin ragihand ku welatê wî dê bi temamî li gorî ewlekariya Îsraîlê tev bigere.

Austin Yekşemê bi serdaneke fermî gihîşt Îsraîlê û bi hempîşeyî xwe Benny Gantz re civîna çapemeniyê li dar xist.

Austin, Îsraîl weke hevkarê welatê xwe yê stratejîk nîşan da û diyar kir ku têkiliyên wan ji bo pêkanîna aramiya li Rojhilata Navîn girîng in.

Wezîrê Amerîkî her wiha tekez kir ku Waşington dê bi temamî li gorî ewlehiya Îsraîlê tev bigere.

Gantz jî anî ziman ku Îran ziyanê digihîne ewlekariya navdewletî, her wiha ya Rojhilata Navîn û ew bi gefa herî mezin bi nav kir.

Back to top button