Li Efrînê..ji destpêka meha Nîsanê ve 10 kes hatine girtin

Li Efrîna dagirkirî bûyerên girtin û revandinê rojane tên tomarkirin û ji destpêka meha Nîsanê û heta iha 10 kes hatine revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku li Efrînê, ji destpêka meha Nîsanê û heta niha dewleta Tirk û çeteyên wê 10 kes revandine.

Navendê revandina van kesan bi nav jî belge kiriye û diyar kir ku bîlanço ji vê jimarê bêhtir e.

Li gorî bîlançoyên borî jî, di Sibatê de 77 û Adarê jî 55 kes ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.

1- Abdîn Şêxmûs Mûsa.
2- Hesen Arif Şêxo.
3- Hisên Ebû Mihemed.
4- Emîr Mistefa Cincî.
5- Mahir Xalid Oso.
6- Mistefa Ebas Ehmed.
7- Betal Fethî Betal.
8- Hisên Omer Elûş.
9- Şêro Mihemed Xelîl.
10- Xelîl Mihemed Elî.

Back to top button