Kargeha Atomî ya Iranê Natanz rastî êrîşeke elktronîk hat

Kargeha Atomî ya Îranê Natannz  duh rastî êrîşeke elktronîk hat. Di encamê de ziyanek mezin giha pergala kargehê ya hindirîn. Desthilatên Îranê rasterast pêkanîna vê êrîşê spartin Îsraîlê.

Beriya Wezîrê Parastinê yê Amarîka Lloyd Austin bigihêje Îsraîlê bi çend saetan, dezgehên ragihandinê yên Îranê behsa êrîşekê ku li dijî kargeha Atomî ya Îranê Natanz pêk hatiye, kir.

Kargeh beşekî bernameya Atomî û li jêr çavêdêriya navdewletî ye.

Berdevkê Rêxistina Nuklerî ya Îranê Behroz Kemalondî  ragihand ku vê êrîşê tenê zerereke beşî li tora belavkirina kehrebeyê ya kargehê kiriye.

Lê li gorî navgînên ragihandinê, pergala kargehê ya hundirîn ku di binê erdê de ye û enerjiyê dide hemû alavan, bi temamî hatiye rûxandin.

Bi qasî hat ragihandin jî, çaksazkirina kargehê wê 9 mehan dirêj bike.

Îran: Îsralî li pişt êrîşa kargeha Natizê ye

Îran jî li ser zimanê Wezareta xwe ya Derve, weke her car rasterast tiliyên tawanbariyê dirêjî Îsraîlê kir.

Her wekî Radyoya Giştî ya Îsraîlê jî ragihand ku Istixbaratê Îsraîlê li paş êrîşa kargeha Natanz e.

Têkildarî bûyerê, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Elî Ekber Salihî ji televizyona fermî ya Îranê re axivî û got ku êrîşa Netinz li dijî pêşketina pîşeyî û siyasî ya Îranê pêk hatiye.

Salihî her wiha ji civaka navdewletî û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî xwest ku derbarê êrîşa ku navê “teroristane” lê kir, erka xwe pêk bînin.

Weke gef jî, domandina bipêşxistina bernameya xwe ya atomî ragihand.

Back to top button