Li ser banga Erdogan hikumeta Lîbî tevde diçe Enqereyê

Serokê hikûmeta Lîbî Ebdulhemîd El-Debîbe hema tevî temama kabîneya xwe, îro digihîje ba Erdogan. Li aliyekî din, Serokê Encumena Serokatiya Lîbî Mihemed El-Menfî jî berê xwe bo xurtkirina têkiliyan, dide Yûnanistanê.

Hikûmeta Lîbî ya nû bi temamî ber xwe dide Enqereyê û gelek pirsan bi xwe re tîne.

Serokê hikûmetê Ebdulhemîd El-Debîbe tevî şandeyeke ji 14 wezîran pêkhatî, li ser daxwaziya Erdgoan, serdana Enqereyê dike.

Li gorî agahiyan, enerijî, vegera kompaniyên Tirkî bo Lîbyayê, her wiha domandina projeyên rawestiyayî, dê mijarên sereke yên civîna Debîbe û Erdogan bin.

Serdana Debîbe, paşguhkirina bangên hundir û navdewletî yên derxistina çeteyan, nîşan dide.

Ev serdan hemdemî bilindbûna dengên derxistina çeteyên Tirkiye û hêzên biyanî ji Lîbyayê, tê.

Lê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan di raporekê de teqez kir ku, heya niha ti rêkarên kişandina çete û leşkerên Erdogan ji Lîbyayê pêk nehatine.

Serokê Encumena serokatiya Lîbî sibe li Atînayê ye

Li aliyekî din û hemdemî serdana Debîbe bo Enqereyê, Serokê Encumena Serokatiya Lîbî Mihemed El-Menfî li ser banga Yûnanistanê sibe berî dide Athenayê.

Li gorî agahiyan, serdana El-Menfî, dê di çarçoveya xurtkirina têkiliyên Terablus û Athenayê de be.

Her wiha tê payîn, peymana xêzkirina sînorên deryayî ya di navbera Wîfaq û Tirkiyê de, dosyaya sereke ya hevdîtina El-Menfî û rayedarên Yûnanistanî be.

Ev lihevkirina deryayî Mijdara 2019an hat îmzekirin û hingê ji ber nerewabûna wê, rastî nerazîbûneke herêmî û navdewletî hat.

Jixwe berî niha Yûnanistanê ji hikûmeta Lîbî ya veguhêz xwestibû ku vê peymanê betal bike.

Yûnanistanê banga derketina çeteyan ji Lîbyayê kir

Nikos Dendias serdana paytexta Lîbya Terablusê kir û bi serokwezîrê Lîbyayê Hesen El-Qetranî re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Dendias li ser girîngiya destnîşankirina sînorên deryayî navbera herdu welatan de teqez kir.

Dendias li ser girîngiya serweriya Lîbyayê û yekparabûna xaka wê îşaret bi çareseriya giştî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias her wiha banga derktina yekser ya çeteyan ji Lîbyayê kir.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Lîbyayê Hesen El-Qetranî spasiya Yewnanistanê kir derbarê vekirina qunsuliya xwe li Lîbyayê û li ser xurtkirina têkiliyên siyasî bi Atînayê re teqez kir.

Hefter avakirina 3 nişîngehên mezin li Bengaziyê ragihand

Hemdemî geşedanên siyasî yên Lîbî, fermandarê Artêşa Nîştimanî Xelîfe Hefter avakirina 3 nişîngehên mezin li derdora Bengaziyê radigihîne.

Xelîfe Hefter da xuyakirin ku ev nişîngeh, zêdeyî 12 milyon kesî dihewîne.

Hefter bi vê gavê, hewl dide hebûna xwe di qonaxa bê de biparêze.

Back to top button