SOHR: 4 DAIŞ’î li çolistana Himis û Hemayê hatin kuştin

Li Sûriyê, balafirên Rûsî dîsa deverên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Reqayê, bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku di seatên vê sibehê de, balafirên Rûsî deverên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Reqa û sêgoşeya Heleb- Hema- Reqa bombebaran kirin.

Berî wê jî çavdêriyê ragihandibû, di encama bombebara balafirên Rûsî li ser çolistana Himis û Hemayê de, 4 çeteyên DAIŞê hatibûn kuştin.

Bi vê yekê, ji destpêka vê salê balafirên Rûsî bi 450 êrîşan, 34 çeteyên DAIŞ kuştine.

Hêzên hikûmeta Şamê dîsa gundewarê Idlibê bombebaran kir

Heman çavkaniyê ragihand ku bi şev, hêzên hikumeta Şamê deverên Kensefra, Filêfl, Bara, Sifohin, Bînîn yên li gundewarê Idlib û Qilêdîn, Enkawî yê Sehil Xab bombebaran kirin.

Li eniyên başurê Idlibê jî, di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de şer rû da.

Back to top button