Dr. Ciwan Mistefa: Rewş êdî wê ji bin kontrolê derkeve

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji ber balavbûna bê sînor a Vîrûsa Coronayê, Desteya Tenduristiyê metirsiya bobelateke mirovî, ragihand.

Hevserokê Desteya Teduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa îro li Boruya Têkiliyên Derve ji çapemeniyê re ragihand ku ji ber balavbûna bê sînor a Coronayê, dê belayeke mirovî li herêmê derkeve.

Mistefa destnîşan kir ku jimara pêketî û miriyan her ku diçe zêde dibe û da zanîn ku dibe rewş ji bin kontrolê derkeve.

Her wekî bi bîr xist jî ku heta niha Rêxistina Tenduristiya Cîhanî destek nedaye herêmê.

Dr. Ciwan Mistefa bang li xelkê kir ku bi Asayîş û Kadroyên Tenduristiyê re alîkar bin, her wiha qedexeya derketinê paşguh nekin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Mistefa Keleş jî ji televîzyona me Ronahî re ev tiştî anî zimên.

Back to top button