HPG: Li Gabarê yek jê payebilind 3 dagirker hatin kuştin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker nikare ji derbên gerîlayan xelas bibe. HPG’ê ragihand ku di çalakiya li herêma Gabarê de, yek jê fermandarê yekîneyê 3 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:

Artêşa dewleta Tirk 28’ê Adara 2021’ê roja salvegera şehadeta fermandarê mezin hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) li cihê ku li herêma Gabarê lê şehîd bû dest bi operasyoneke berfireh kir.

Gerîlayan dagirker xistin bin kontrola xwe û cihê yekîneyeke dagirker tespît kirin.

Gerîlayan li dijî vê yekîneya dagirkeran çalakî li dar xistin û ji cihekî nêz ve derb lê da.

Di encamê de yek jê fermandarê payebilind ê vê yekîneyê bi giştî 3 dagirker hatin kuştin

Artêşa Tirk jî ragihand ku tenê yek ji wan hatiye kuştin, HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev yek jî red kir.

Dagirkeran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin û neçar man ku 31’ê Adarê xwe ji herêmê vekişînin.

HPG’ê ragihand ku ev çalakî bi armanca bîranîna fermandarê mezin hevrê Egîd hate lidarxistin.

Back to top button