Polîsan kesek din Afro-Amarîkî kuşt kolanên Minnesota ji hêrsê dişewitin

Li eyaleta Minnesota ya DYA careke din polîsan keseke din yê Afro-Amerîkî kuştin. Ev êrîş li heman bajarê George Floyd pêk hat û ji cihê bûyera wî jî 16 kîlometreyan dore.

Ev yek careke din bû sedema ku kolanên bajar bi hêrsa xwepêşandêran bişewite.

Xewna Amerîka ya nebaş, di van demên dawiyê de her careke din li ber çave.

Nîjadperesetiya li DYA metirsiya herî mezin li welat daye avakirin.

Polîsan li eyaleta Mnnesota ya ku George Floyd yê Afro-Amerîkî lê kuştibûn, vê carê qurbanî kesek din yê Afro-Amerîkî bû.

Şevê din ciwanê 20 salî Daunte Wright ji aliyê polîsan ve li Minneapolis hate kuştin.

Ev cih balkêşe ku 16 kîlometreyan dorî cihê kuştina George Floyd bû.

Vê yekê careke din li nava bajar hêrsa heyî zêdetir kir.

Hêrsa gel li dijî polîsan di asta herî jor de bû.

Avahî dan ber agir û bi polîsan re ketin nava pevçûnan.

Hêzên taybet jî bi guleyên bilastîk êrîşî xwepêşandêran kirin.

Waliyê Mnnesota jî ragihand ku ew şîna kesê ku ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin dikin û bûyerê ji nêz ve dişopînin.

Heman bûyer doh careke din li dijî leşkerekî Afro-Amerîkî pêk hatibû.

Bi gumana ku jimara maşîneya wê ya piştê ne li sere, polîsan tundî li dijî wê bikar anî.

Heta rastiya bûyerê derket, leşkerê Afro-Amerîkî gelek zehemtî dîtin.

Di demeke ku doza polîsê Floyd kuştî tê dîtin de, li gelek deverên Minneapolis, xwepêşandan pêk tên.

Back to top button