Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê, çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan, Mexmûr, Şernex û Yewnanistanê, bi biryardariyeke xurt didome.

Rewşa li nava girtîgehan jî giran dibe. Dayîka girtiya nexweş Aysel Daglar, Emîne Daglar jî got: Divê keça wê demildest bê dermankirin.

Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku hatî destpêkirin, bi biryardariyeke mezin didome.

Çalakiya grevê bi koma 28’emîn di roja 137’an de ye.

Çalakiya grevê li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî ev 116 rojin lidare.

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 99 rojin kurdistanî di çalakiyê de ne.

Li Şirnexê berxwedana zindanan hat silav kirin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, bi pêşengiya HDP’ê, çalakiyek hate lidarxistin û berxwedana zindanan a li dijî tecrîda li Îmraliyê hate silavkirin.

HDP’ê têkîldarî grevên birçîbûnê li ber avahiya xwe daxuyanî da û got;

“AKP’ê bi pêkanîna tecrîdê qedexeya êşkenceyê binpê kiriye û bi awayekî rêk û pêk sûc kiriye.

Ev ji aliyê CPT ve jî hatiye belgekirin.

Lê tevî van belgeyan hikumeta AKP’ê di pêkanîna tecrîdê de israr kiriye.

HDP’ê bang li hikûmetê kir ku tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bike.

Piştî daxuyaniyê HDP’iyan xwest ku çalakiya rûniştine pêk bînin, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Girtiya nexweş Aysel Daglar di girtîgehê de nayê dermankirin

Girtiya nexweş Daglar di 2018’an de li Muşê hat binçavkirin û girtin.

Der barê Ayselê de bi îdiaya ‘xerakirina yekitiya dewletê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ du caran cezayê heta hetayê ê giran lê hat birîn.

Aysel nih di girtîgehê de rewşa wê ya tenduristiyê zehmete û nayê dermankirin.

Dayika wê Emîne Daglar da zanîn ku divê keça wê demildest bê dermankirin.

Emîne di dawiyê de bang li wezareta dadê kir ku zarokên wan berdin.

Back to top button