Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke bazirganiya madeyên hişbir girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo paqijkirin û parastinê ji madeyên hişbir, di nava tevgerek bê hempa de ne.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen ragihand ku di çarçoveya operasyona “Jiyan berpirsyarî ye” de, mezintirîn tora bazirganiya madeyên hişbir hatiye girtin.

Elî El-Hesen got, Hêzên me yên taybet şaneyên ku madeyên hişbir yên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de derbasî herêmên rêveberiyê dikirin girtin e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen derbarê girtina tora bazirganiya madeyên hişbirê de, daxuyaniyek da.

Elî El-Hesen bibîr xist ku wan 25’ê Îlona 2020’an li dijî madeyên hişbir operasyona “Jiyan berpirsyarî ye” ragihandibû û wiha got:

Operasyon ji bo parastina civakê û nirxên exlaqî hat ragihandin.

Di qonaxên yekemîn û duyemîn ên operasyonê de gelek bazirgan û kesên ku propagandaya madeyên hişbirê dikir, hatin girtin.

Di encama lêpirsîn, şopandin û agahiyên li ser rêbazên sereke yên qaçaxkirina madeyên hişbirê de û piştî nêzî 2 mehan, hêzên me nuqteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ya girêdayî dagirkeriya Tirk ku madeyên hişbirê derbasî herêmê dikirin, eşkere kirin.

Li ser miqdara made û çekên ku hatine radestkirin, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî bi desteka Hêzên Taybet HAT, 9’ê Nîsanê mezintirîn çalakiya qaçaxkirina madeyên hişbirê têk-birin.

Di operasyonê de;

196 hezar hebên hişbirê ji cureya captagon

474 lepên heşîşê yên ji cureyên cuda

11 hezar û 250 dolarên sextekirî,

hatin desteserkirin.

Her wiha;

26 demançe tevî cebilxaneyên wan

4 çekên sekvaniyê û nêçîrê

63 carcorên Drankov

3 carcorên demançeyan û gelek laptop û telefon.

hatin desteserkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez kir ku ewê bi dilsozî erkên xwe yên parastina civakê ji hemû cureyên sûcan, pêk bînin.

Her weha teqez kir ku operasyona “Jiyan berpirsyarî ye” wê heta pêkanîna armancan dewam bike.

Back to top button