Koma Partiya Gel: Tirkiye nabe endamê YE’yê

Koma Partiya Gel a Ewropa ya Palamana Ewropayê daxwaz kir ku hevdîtinên endamtiyê yên Yekîtiya Ewropa bi Tirkiyê re bên rawestandin.

Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa ya ku koma herî mezin a Paralama Ewropayê ye Manfred Weber derbarê têkiliyên YY bi Tirkiyê re nerazîbûnên tund nîşanî da.

Manfred Weber daxwaz kir ku hemû karên ji bo endamtiya Enqerê ya li gel YE’yê tên kirin bi temamî bên rawestandin.

Weber anî ziman ku hevdîtina li gel Erdogan sekna parçeyî ya di nava YE’yê de da nîşandan û got:

“Dem hatiye ku êdî seknek hevpar bê nîşandan. Tirkiye nabe endamê YE’yê.”

Serokê Koma Partiya Gel a Ewropayê piştevaniya Serokwezîrê Îtalya Marîo Draghî yê ku ji bo Erdogan îfadeya ‘dîktator’ bikar anî kir.

Manfred Weber destnîşan kir ku Tirkiye ji demokrasî, mafê azadî û derbirînê yê bingehîn dûr ketiye û bang kir ku ji bo vê pêvajoya berfireh a bi salan e ku li gel Tirkiyê tê kirin bên rawestandin.

Back to top button