Iraq..Li Enbar, Bexda û Mexmûrê 6 çete hatin girtin

Li Enbar, Bexda û Mexmûrê artêşa Iraqê di encama oparasyonek berfireh de 6 çeteyê DAIŞ’ê girtin.

Li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji 7 aliyan ve, Hêzên Iraqî operasyoneke ewlehî ya berfireh da destpêkirin.

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resul bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyonên hêzên dijî teror yên wan dewam dikin.

Yehya Resul got, hêzên wan 4 çete li rojavayê Enbar û çeteyek jî li Bexdayê girtine.

Resul da zanîn ku di operasyona hêzên wan de çeteyek jî li Mexmûrê hatiye girtin.

Back to top button